Îsralîlê ferman da Artêşa xwe ku li Siwêdayê êrîşî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê bikin.
Natenyahu û Katz gotin ku ew nahêlin kes destê xwe bide durziyan û wê bi tundî destwerdanê bikin.
Reutersê li ser Zimanê Serokwezîr Îsralîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê srael Katz ragihand ku wan ferman dan artêşê ku li parêzgeha Siwêdayê êrîşî hêz û çekên artêşa Sûriyê bike.
Di daxuyaniyeke hevbeş de hat gotin, ev gava Îsraîlê bersivek li ser biryara Sûriyê ya bicihkirina leşker û çekan li başûrê Sûriyê ye.
Bi gotina wan Hikumeta veguhêz a Sûriyê lihevkirinek berê bin pê kiriye û ev yek gefê li Îsraîlê dixwe.



