Kongra Star der barê bûyerên li bajarê Siwêdayê diqewimin de daxuyaniyek weşand.
Kongra Star got: “Em ji rûdanên xwîndar ên li Siwêdayê bi fikar in.”
Kongrayê destpêkê sersaxî da malbatên qurbaniyan .
Kongra Star diyar kir ku bûyerên li Siwêdayê rû didin, bêçaretiya desthilata veguhêz rave dike û got:
“Hikumeta veguhêz berpirsê zêdebûna vê xîtabê û êrişên di encama wê de çê dibin nemaze li dijî jinan.”
Kongra Star bi tundî êrişên komên çekdar ên ku nûnertiya êlên herêmê îdia dikin, şermezar kir .
Di heman demê de banga lidarxistina lêpirsîneke acil, zelal kir.
Di daxuyaniyê de Kongra Star bang li hemû hêzên nîştimanî kir ku zimanê diyalogê, dengê aqilê, pêş bixin.
Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li aliyên berpirs bike ji bo ku êrişan rawestînin.



