Rêveberiya Bendavan hişyarî da ku asta ava Çemê Firatê nêzîkî “asta mirî” bûye.
Li gor Rêveberiyê ev jî dê bendavê ji xizmetê derxe û bibe sedema karesatekê.
Ji rêveberên Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Imad Ibêd di vê derbarê de axivî .
Imad Ibêd diyar kir ku asta avê 7 metreyan ji “asta bibandor” kêmtir bûye û got:
“Daketina asta ava golê hiştiye ku blokên betonê bê parastin bimînin .”
Ibêd der barê asta avê de ku wek “asta mirî” tê dîtin, hişyarî da .
Ibêd eşekere kir ku êdî ev ast têrê nake ku turbînên hilberandina elektrîkê yên bendavê bixebitin.
Her wiha da zanîn ku eger asta avê çend santîmên din kêm bibe, dikare bendavê ji xizmetê derxe.
Ibêd bi bîr xist ku beriya niha bendavaTişrînê jî ji ber kêmbûna asta avê bi qasî hefteyekê ji xizmetê derket.
Li ser bendava Firatê 8 setên hilberandina enerjiyê hene, ji wan 4 dixetibin.
Her yek ji wan 110 megawatt elektrîkê hildiberîne.
Lê di rewşa heyî de hilbirandina her 4 setan 60 heta 65 megawatt derbas nake.



