Bi armanca belavkirina paradîgmaya Rêber Apo li ser asteke cîhanî Akademiyeke Zanistên Civakî li bajarê Eindhoven yê HolIendayê hat vekirin.
Li gorî agahiyan armanca sereke ya akademiyê ew e ku lêgerîna azadiya civakî li ser bingehên rewşenbîrî pêş bixe, têgehên konfederalîzma demokratîk û sosyolojiya azadiyê ku ji hêla rêber APO ve hatiye pêşvexistin, saz bike.
Armanca sereke ya akademiyê lêgerîna azadiya civakî li ser bingeheke rewşenbîrî pêşkêş bike û têgehên konfederalîzma demokratîk û sosyolojiya azadiyê yên ji hêla Rêber Apo ve hatine pêşxistin, sazûman bike.
Li ser vê mijarê Profesor Andrej Grubacic ku yek ji damezrînerên akademiyê ye diyar kir ku dibe ev akademî bibe avahiyek ku îlhamê bide tevgerên civakî.
Her wiha Prof. Targol Mesbah ku ji Zanîngeha San Franciscoyê ye destnîşan kir ku nivîsên Rêber Apo di hawîrdora krîza heyî de hêviyek nû pêşkêş dike.
Herî dawî Havîn Guneşer ku yek ji damezrînera akademiyê ye ragihand ku ev avahî ne tenê ji bo Tevgera Azadiya Kurd e, di heman demê de li ser berhemên hemû têkoşînên azadiyê yên cîhanê hatiye avakirin.



