Heyva Sor a Kurd dê sibê karwanekî din ê alîkariyên xwarinê bişîne herêmên peravê. Dê 3 hezar pakêtên xwarinê li malbatên zirar ji ber şewatan dîtiye, werin belavkirin.
Heyva Sor a Kurd îro ragihand ku dê karwanekî duyemîn ê alîkariyên xwarinê ji herêmên perava Sûriyeyê re bişîne. Ev alîkarî ji bo gundên zirar ji ber şewatên daristanan dîtiye, tê şandin.
Karwanê nû ji 3 kamyonan pêk tê. Bi giştî 3 hezar pakêtên xwarinê hene û dê li 3 hezar malbatên ku zirar ji ber şewatên daristanan dîtiye, werin belavkirin. Di pakêtên xwarinê de şekir, çay, qutî, helaw, rêçel, tehîn, zeyta zeytûnan, zeyta giya, xwê û hwd hene.
Heyva Sor a Kurd diyar kir ku ev karwanên mirovî li ser bingeha bersivdana pêdiviyên malbatên jêderên debara xwe ji ber karesata jîngehê ji dest dane, tên pêşkêşkirin. Ev yek beşek ji pabendbûna Heyva Sor a Kurd a pêşxistina xebata mirovî ya li ser asta tevahî Sûriyeyê de ye.
Tê payîn îro karwanê duyemîn ber bi bajarê Tebqayê bikeve rê û sibê berê xwe bide herêmên perava Sûriyeyê.



