Bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê Meclisa Malbatên Şehîdan semînerek li dar xist.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê semînerek li hola meclisê bi amadebûna endamên meclisê û malbatên şehîdan li dar xist.
Semînerê bi rêzgirtinê dest pê kir, dûre hevseroka Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Rodîn Mihemd axivî û got: “Salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû malbatên şehîdan û gelê azadîxwaz pîroz bê.
Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa biratiya gelan e.”
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl jî Şoreşa 19`êTîrmehê li Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan pîroz kir û wiha got: “Em di meha Tîrmehê de ne, meha Tîrmehê meheke pîroz e ji bo gelê Kurd.
Ew roj ji bo me roja berxwedanê ye û roja hebûna gelê Kurd hatiye diyarkirin.”
Sara Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi berxwedana zindana Amedê ya Mîna Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz hatibû destpêkirin. Di zindanê de berxwedan û têkoşîn hat meşandin, wan hevalan bi berxwedana xwe sîstema zilm û zordariyê ya dewleta Tirk hilweşand.”
Semîner bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.



