Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê xwest ku pêşiya êrişên li Siwêdayê bê girtin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê derbarê êrişên li ser bajarê Siwêdayê daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveberiya Xweser bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Meclisê Necah Mihêdîn, bi zimanê Erebî ji aliyê Şêwekarê Qanûnî ya Meclisê Mistefa Şêx Mislim ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin ku tê xwestin li Siwêdayê bi awayekî kîndar fitneya mezhebê bê derxistin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku ev êriş nayên qebûlkirin û pêwîst e rê li ber wan bê girtin.



