Rêveberiya Sotemeniyê ya Tebqayê dest bi belavkirina mazota germkirinê kir.
Rêveberiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Tebqayê dest bi belavkirina mazota germkirinê kir.
Ji bo her malbatekê re 300 lître mazot hatiye veqetandin, buhayê her lîtreyekê hezar lîre ye, ji bo malbatên ku dixwazin mazot bigihêje ber deriyê malê, ji bo lîtreyekê 50 lîre li buha tê zêdekirin.
Berpirsyara Nivîsgeha Sotemeniyê ya Tebqayê Sara Mihemed diyar kir ku mekanîzmaya belavkirinê ji hêla endamên Rêveberiya Sotemeniyê û meclisên herêmî ve tê birêvebirin, ji bo ku xebatên belavkirinê zelal bin û mazot di dema xwe de bigihêje hemû şêniyan.
Sara Mihemed got: “Rêveberiya Sotemeniyê ya Tebqayê dê pêvajoya belavkirina mazotê heta dawiya Tebaxê bi tevahî temam bike.
” Her wiha diyar kir ku wan ji bo belavkirinê planek daniye da ku mazot bi rêk û pêk li hemû taxên bajêr û meclisên girêdayî bajêr bê belavkirin.
Îsal Rêveberiya Sotemeniyê ji bo amadekirina belgeyên pêwîst rê li ber şêniyan hêsan kir. Şêniyên ku nasnameyên wan tune ne, dikarin belgeya zewacê, yan çi belgeyên din ên danasînê pêşkêş bikin. Vê yekê hişt ku xebat zû pêk were.



