Çeteyên koma bi navê El Şebab bajarê Tardo yê Somaliyê xistin destê xwe.
Hat diyarkirin pêşdeçûna çeteyan didome.
Rayedarekî leşkerî yê Somalî diyar kir çeteyên El Şebab bajarê Tardo yê li herêma Hîran xistine destê xwe û êrişên wan dewam dikin.
Hat ragihandin ji ber êrişan bi hezaran kes ji herêmê derketine.
Hat diyarkirin piştî bi destxistina bajarê Tardo çete ber bi herêmên din ve bi pêş de diçin.
Rayedaran diyarkirin hêzên Somalî û şervanên eşîretan ji bo bersivdanê ketine nava tevgerê.
Rayedarên herêmî jî dibêjin, armanca bi destxistina bajarê Tardo, ji bo xwe gihandina bajarên mezintir e.
Rêxistina El Şebab ku girêdayî El Qîdeyê ye ji sala 2007’an ve hewl dide hikûmetê hilweşîne û desthilatê bi dest bixe.
Êrişên vê komê ji destpêka vê salê ve zêde bûne û berê jî heta nêzîkî paytext Mogadîşû bi pêşde çûbûn.



