Friday 2026/06/12
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Di êrişên dawî yên Îsraîlê li Xezayê de 34 kes mirin

July 16, 2025
in ROJHILETA NAVÎN
A A
Di êrişên dawî yên Îsraîlê li Xezayê de 34 kes mirin
Share on FacebookShare on Twitter

Di êrişên dawî yên artêşa Îsraîlê de li Şerîda Xezayê herî kêm 34 kes hatin kuştin.
Her wiha artêşa Îsraîlê kesên li navendeke alîkariyê lkom bûbûn, gaza rondikrêj bikar anî, ji ber qerebalixa zêde 21 kes mirin.
Li aliyê din artêşê temamkirina korîdora 15 kîlometreyî ya ku beşên rojhilat û rojavayê Xan Yûnis a li başûrê Xezeyê ji hev vediqetîne ragihand.

Artêşa Îsraîlê di êrîşên li deverên cuda yên Şerîda Xezayê de 34 kes kuştin, di nav wan de zarok jî hebûn, û gelek kes jî birîndar kirin.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyan û şahidên bûyerê, artêşa Îsraîlê îro mal û konên Filistîniyan li deverên cuda yên Xezayê hedef girt.

Konek li herêma Mawasî ya Xan Yûnisê, rastî êrîşeke hewayî hat.

Di êrîşê de 8 Filistînî, di nav de 3 zarok, hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Di bombebarankirina avahiyek li Kampa Penaberan a Nuseyratê de 3 kes hatin kuştin.

Di êrîşeke ku li taxa Sabra ya başûrê bajarê Xezayê xaniyek hedef girt de jî 2 kes hatin kuştin.

Di dema destwerdana li dijî Filistîniyên ku li navendeke alîkariyê kom bûbûn de, di qerebalixiyekê de 21 kes mirin.

Îsraîlê kesên li navenda alîkariyê kom bûbûn kir armanc: 21 kes mirin

Her wiha piştî ku artêşa Îsraîlê li ser Filistîniyên ku li navendeke alîkariyê li başûrê Xezeyê bi hêviya dîtina xwarinê kom bûbûn, gaza rondikrêj bikar anî, di qerebalixiyekê de 21 kes mirin.

Daxuyaniyek ji Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku li nêzî navenda alîkariyê ya li başûrê Xezeyê, ku wekî “xefka mirinê” hatiye binavkirin, li dijî Filistîniyên ku bi birçîbûnê re têdikoşin, komkujiyek nû hatiye kirin.

Hat teqez kirin ku ev cara yekem e ku mirin “ji qerebalixiyên zêde” li navendên belavkirina alîkariya mirovî li Xezeyê çêbûne.

Îsraîlê Xan Yûnis a li Başûrê Xezeyê bi korîdorek nû dorpêç kir

Li aliyê din artêşê temamkirina korîdora 15 kîlometreyî ya ku beşên rojhilat û rojavayê Xan Yûnis a li başûrê Xezeyê ji hev vediqetîne ragihand.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku korîdora ku bi yekîneyên xwe yên bejahî û zirxî ve hatiye vekirin, dê di dagirkirin û êrîşên wê de “rolek sereke” bilîze.

Vîdyo û wêneyên ku ji hêla artêşê ve hatine weşandin nîşan didin ku “Korîdora Magen Oz” bi Korîdora Morag ve girêdayî ye, ku bajarên Refah û Xan Yûnis ji hev vediqetîne.

Medyaya herêmî nirxandiye ku hikûmeta Tel Avîvê hewl dide ku korîdora ku wekî beşek ji plana xwe ya dabeşkirina Şerîda Xezeyê di dema ku danûstandinên agirbestê berdewam dikin de hatiye vekirin, wekî amûrek zextê bikar bîne.

Ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezeyê de herî kêm 58 hezar û 479 Filistînî hatine kuştin û 139 hezar û 355 kes birîndar bûne.

Previous Post

HEVPEYVÎNA HEFTÊ-Enûd Deqûrî

Next Post

Di êrişa Rûsyayê de li Ukraynayê 15 kes birîndar bûn

Weşana girêdayî

UNICEF: Divê mirina zarokan wekî bûyerek normal neyê destgirtin
ROJHILETA NAVÎN

UNICEF: Divê mirina zarokan wekî bûyerek normal neyê destgirtin

Li Diyale 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
ROJHILETA NAVÎN

Li Diyale 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Trump: Em rê nadin Îran demkî jî Uranyumê dewlemend bike
ROJHILETA NAVÎN

Trump: Îran pabend bû kû li hev bikin; Êriş tên sekinandin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye