Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî got ku hawara xelkê Siwêdayê ji bo vekirina korîdora ewle û rawestandina êrişan dighêjin me
Ebdî destnîşan kir ku kuştina jin û zarokan û wêrankirina perestgehên olî sûcên dijmirovî ne û divê ev kirinên tundirew werin rawestandin û berpirsên wan werin darizandin.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku piştî 14 salên şer, dem hatiye ku xwîn bisekine, çimkî Sûriyê ne bi tolhildanê, lê belê bi diyalog û aqil dikare rabe ser xwe.
Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî got ku doza xelkê Durzî dozeke niştîmanî ye û çareserkirina wê di vê bi rengekî destûrî û diyalogê be.



