Li ser qetkilkirina Endamê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî re 7 sal derbas dibin.
Îqbal Muradî ji ber ku mafên gelan diparast û li dijî rejîma Îranê radiwestiya, li navçeya Pênciwîn a Silêmaniyê hate qetilkirin.
Muradî 2 salan di girtîgehê de dimîne şûnde, piştî ji zîndanê derdikeve dîsa xebat û têkoşîna xwe ya ji bo Îraneke demokratîk berdewam dike.
Îqbal Muradî ku çalakvan û şervanekî azadiyê ye, ji Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ye.
Lê hêzên îstîxbarata Îranê bi berdewamî gefê li jiyana wî û malbata wî dixwin.
Hêzên Îtlaata Îranê timî gef li Muradî dixwin û ew jî neçar dimîne di sala 2005’an de ji Rojhilatê Kurdistanê koçî bajarê Pênciwîn ya Başûrê Kurdistanê bike.
Îqbal Muradî şeva 17’ê Tîrmeha 2018’an li navçeya Pênciwîn a ser bi parêzgeha Silêmanî hate qetilkirin.
Cenazeyê wî di sibeha 18’ê Tîrmehê de li çemê Ali Awa yê li bajarokê Pênciwîn hate dîtin.
Endamê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Îqbal Muradî heya kêliya jiyana xwe ya dawiyê jî ji bo Kurdistaneke azad û bidestxistina mafê mirovan têkoşiya.


