Duh bi derengiya şevê li bajarê Kût ê parêzgeha Wasit li rojhilatê Iraqê di navendeke bazirganiyê de şewat derket.
Parêzgerê bajêrê Wasit ragihand ku di encama vê şewatê de 50 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn ku piraniya wan karmend in.
Li gorî çavkaniyên xwecihî avahiya ku agir pê ketiye sê qatî bû û tê de xwaringehek jî hebû.
Di encama vê şewatê de, di nava wan de jin û zarok hejmareke kes jiyana xwe ji dest dan.
Tê payîn ku ji ber hêjî hejmareke kes di avahiyê de asê mane, hejmara miriyan zêde bibe.
Li gorî heman agahiyan agir hatiye kontrolkirin û lêkolîn hatiye destpêkirin.
Her wekî gilî li dijî xwediyê avahî û navenda firotinê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku wê ji bo qurbaniyên şewatê 3 roj şîn li Iraqê bê ragihandin.



