Welatên endamên koma Lahey ji bo pêşîlêgirtina êrişên Îsraîlê yên li Xezayê, civîn lidarxistin.
Di civînê de hat xwestin pêşî li şandina çekan ya ji bo Îsraîlê bê girtin.
12 welatên endamên koma Lahey li paytexta Kolombiya Bogota civîn lidarxistin.
Di civîna ku du rojan dewam kir de, rewşa li Xezayê hate niqaşkirin.
Di civînê de hate diyarkirin divê Îsraîl ji ber êrişên li Xezayê berpirsyar bê dîtin û ji bo rawestandina şandina çekan ya ji bo Îsraîlê divê xebatên hevbeş bên kirin.
Yek ji rayedarên Kolombiyayê Mauricio Jaramillo (MAURISIYO YARAMILLO) di civînê de axivî û da zanîn, weke gava yekemîn divê pêşî li şandina çek û cebilxaneyan ya ji bo Îsraîlê bê girtin.



