Almanya îro sibê bi dehan welatiyên Afganî dersînor kir.
Ev duyemîn operasyona dersînorkirinê ji Almanya bo Afganistanê bû ji dema ku Talîbanê dest danî ser desthilatê.
Wezareta Karên Hundir a Almanya ragihand ku 81 Afganên mêr ên ku dîroka wan a sûc û biryarên dadgehê yên dawî li dijî wan hene, hatine vegerandin.
Ji ber ku di navbera Berlîn û Kabîlê de têkiliyên dîplomatîk tune ne, dersînorkirin bi piştgiriya hikûmeta Qeterê hatine kirin.
Nêzîkî 10 meh berê, komek Afganî, piştî ku Talîban di 15’ê Tebaxa 2021’an de ketin Kabîlê, cara yekem hatin vegerandin welatê xwe.
Serokwezîrê wê demê Olaf Scholz diyar kiribû ku hejmara dersînorkirinan dê zêde bibe.
Wezîrê Karên Hundir yê Almanyayê derbarê mijarê de got:
“Li welatê me mafê rûniştinê ji bo sûcdarên giran tune ye.
Me karî firînek din a ku sûcdaran dibe Afganistanê organîze bikin.
Bi vî rengî em dest bi pêkanîna guhertinek din a siyasetê di peymana koalîsyonê de dikin.”



