Parlamentoya Belçîkayê îro Supayê Pasdaran a Iranê xiste lîsta Terorê û heman demê de bang li Yekîtiya Ewropayê jî kir da ku heman helwestê bigire.
Biryar bi 135 dengên erê û 14 dengên bêalî di meclisa Belçîkayê de hate pejirandin.
Hikûmeta nû ya Belçîkayê jî bi serokatiya Bart de Voor, ev helwest bi belgeyekî de piştrast kir.
Di belgeyê de wiha tê gotin:
“Hikûmet piştgiriyê dide ku navê Sipaha Pastaran di lîsteya rêxistinên terorîst ên Yekîtiya Ewropayê de were zêdekirin.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye Supayê Pasdaran ku şaxek bihêz a hêzên çekdar ên Îranê ye, di sala 2019’an de ji aliyê rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump ve wekî rêxistineke terorîst hate destnîşankirin.
Her wiha Amerîka û Kanadayê berê bang li hevalbendên xwe yên Ewropî kiribûn ku heman biryarê ew jî li dijî Supayê Pasdaran bigirin.



