TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de diyar kir “Em bang li tevahiya gelê xwe, welatparêz, demokrat û civakan dikin ku li deskeftî û berhemên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji her demê bêtir xwedî derkevin.”
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Di 2011’an de gelên li Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirreng, wekhev û dadwer li ser pêyan bûn, jirêderketina şoreşê ji armancên xwe û kontrolkirina Îxwan El Muslimîn û Tirkiyeyê ji muxalefetê re ku şoreşa Sûriyeyê vegerandin şerekî mezhebî, nijadî û di xizmeta ajandeyên dagirkeriyê de, her wiha rijdebûna rejîma Sûriyeyê li ser înkar, nepejirandina mafên gelan û bi taybet mafê gelê Kurd û çûna Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ber bi windahiyê ve, şoreşa Rojava bûye bersiva van plan û ajandeyên nenetewî û di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarê berxwedêr û şehîdan Kobanê, ronahiya şoreşê tîrêjên xwe veda û di demeke kurt de bû hêvî û parêzvanê nirxên şoreşa Sûriyeyê û gelê Kurd jî daniye li ser rêya rast, dûrî ajandeyên bazirganên xwîna gelan û nasnameya Kurd a azad diyar kiriye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê şoreşa çekdarî li hember çete, teror û dagirkeran bû, lê şoreşa ziman, huner, çand, ragihandin, vejîna neteweya Kurd û di serî de şoreşa jina azad bû ku bi Berxwedana Kobanê (2014-2015) re li ber çavê hemû cîhanê vîn û îradeya jina azad derketiye pêş û bûbû destpêka guhertineke bingehîn di tevahiya Rojhilata Navîn û dinyayê de û gelek jin û ciwanên enternasyonal cihê xwe di nava vê şoreşê de girtiye ku di encamê de tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hembêza rêveberiyeke xweser, demokratîk, hevbeş de ku bûye mînaka çareseriyê ji Sûriyeyê û Rojhilata Navîn re.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku lîstikvan û faktora sereke bû di nava şoreşê de, 14’emîn salvegera Şoreşa Tîrmehê bi rêz û hurmeta li himber 13 hezar şehîd û 30 hezar şehîdên zindî yên şoreşê bi bîr tîne û li tevahiya malbatên şehîdanî welatparêz, şervan û berxwedêran, jina azad, ciwan û tevaya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dike. Her wiha TEV-DEM tevayhia gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê û ked û piştgiriya wan silav û pîroz dike. Em bang li tevahiya gelê xwe, welatparêz, demokrat û civakan dikin ku li deskeftî û berhemên şoreşa 19’ê Tîrmehê ji her demê bêtir xwedî derkevin, bi taybet di van rewşên dawîn de ku rejîma Esed hilweşiya û hêzên herêmî û hin hêzên navdewletî hewldana ferzkirina sîstemeke navendî, îslama siyasî, dîktatorî û zîhniyeta înkarê li ser çand, pêkhate û gelên Sûriyeyê ferz bikin ku di encamê de pêkhateya Elewî û pê re jî Durzî rastî komkujiyan hatine û gef û tengavkirinan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku hêviya gelan, demokrasî û pirrengiyê ji holê rakin.”
Daxuyaniya TEV-DEM’ê bi bi van gotinan bi dawî bû: “Lewra dema ku em Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dikin, her wiha em misoger dikin ku em ê ji armancên hezaran şehîdan û parastina deskeftiyan gavê paşde neavêjin, ji bo Sûriyeyeke demokratîk, hevbeş û nenavendî her em ê tê bikoşin.
Bijî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa azadî, wekhevî û jina azad.
Bijî biratiya gelan û nirxên pîroz ên şoreşê.
Bijî Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî.”



