HRE`yê bi boneya salvegera 13`emîn a Şoreşgera 19`ê Tîrmehê daxuyaniyek da û got: “Em beşeke hêza parastinê ya îv gelî berxwedêr in. Em soz didin şehîdên şoreşa Rojava û şehîdên berxwedana serdemê ku em ê wefedarê rêya wan bin.”
Hêzê di daxuyaniya xwe de wiha nivisiye: “Em Şoreşa 19`ê Tîrmehê, şoreşa azadiya gelên bidest û aştîxwaz li hemû gelên cîhanê bi taybet li gelê Kurd ê ku pêşengiya vê kêliya dîrokî kir, pîroz dikin.
Şoreşa Rojava ya ji xwîna rêhevalên şehîd û keda rêhevalên birîndar û hisirên bi hezaran dayîkan xwe mezin kir. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, seranserî cîhanê bûye mînakeke mezin ku çava di nava xwede gelek netewe, ol, mezheb hembêz kirin û jiyana hevpar ava kir. Di nava şoreşa pîroz de berxwedanên dîrokî hatin meşandin.
Mîna berxwedana serdemê yak u li hember dagirkeriyê û dijmînên mirovahiyê bi îradeyeke xort şer kir û mora xwe li dîrokê da. Em didin diyarkirin ku ew rihê şoreşê di dilê her zarokekê/î ku bi hêviya vegera li ser axa xwe dijî û di dilê her şervanekî/ê de ji her demê bêtir mezintir û xurttir dibe.
Em beşeke hêza parastina vî gelê berxwedêr in. Em soz didin ku tevahî şehîdên şoreşa Rojava û şehîdên berxwedana serdemê ku em ê wefadarên rêya wan bin û emê têkoşîna rizgariyê ji her demê bêtir bilindtir bikin.”



