Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê li ser malpera xwe parve kir ku nûnerê Amerîka duh bi Mezlûm Ebdî re civiye.
Li gorî ku Balyozxaneyê li ser malpera xwe ya fermî ya Facebookê ragihandiye ku nûnerên taybet yê Amerîkayê ji bo Sûriyê Thomas J. Barrack duh bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (Q
SD) Mezlûm Ebîd re civiya.
Malperê diyar kir ku wan di civînê de li ser rewşa heyî ya li Sûriyê, gavên pêwîst ji bo bidestxistina aramiyê, gavên piratîk ji bo ku tev li Sûriyeke hevgirtî bin, siberoja aştiyane û geşbîn û aram a sûriyan nîqaş kirin.
Her wiha herdû alî li ser dem dema yekitiyê, li hev kirin.
Herî dawî jî Barrack spasiya Mezlûm Ebdî, rêvebertiya wî û beşdariya QSD`ê di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê di Sûriyê de kir.



