Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio hişyarî da ku berdewamiya tundiyê siberoja Sûriyê tehdîd dike.
Marco Rubio bi daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê X’ê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyê kir ku binpêkirin û komkujiyên li başûrê Sûriyê rawestîne û hesab bipirse.
Marco Rubio di daxuyaniya xwe de got:
“Washington di sê rojên borî de bi Îsraîl, Urdun û rayedarên Şamê re bi awayekî mezin dan û standin kir da ku pêşketinên metirsîdar û xeternak ên li başûrê Sûriyeyê diqewimin çareser bike.”
Marco Rubio bang li desthilata Şamê kir ku bilez komkojiyan rawestîne û got:
Marco Rubio: Divê hesab ji endamên rejîmê û her kesî bê xwestin
“bêcezakirin êdî nayê qebûlkirin.
Endamên rejîmê jî di nav de divê çi kesên ku destên wan di van bûyeran de hene werin muhasebekirin.
Eger Şam di avakirina Sûriyeke bê DAIŞ û bêyî bandora Îranê de cidî be.
Divê hêzên wê yên ewlehiyê rê nede komên cîhadî yên tundraw ku derbasî herêmê bibe û divê komkujiyan rawestîne.
Di vê şer di navbera komên Druz û Bedewî de dimildest were rawestandin.
Divê sivîl werin parastin û rê li ber her gurrbûneke din ku dikare rewşa mirovî aloztir bike, bê girtin.”
SOHR: Tevgera artêşa Îsraîlê li gundewarê Quneytîra zêde bûye
Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku tevgereke zêde ya hêzên Îsraîlê li herêma Munteqez El Colan ya gundewarê Quneytîrayê heye.



