Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 33 endamên tevgera ciwanên sosyalîst a Tirkiyê yên ku 20’ê Tîrmeha 2015’an li Pirsûsê şehîd bûn bi daxiyaniyekê bîr anî.
KCK’ê careke din ew êrîş şermezar kir ku li dijî yekîtî û îradeya jiyana hevpar a gelan hate kirin û got:
“Hevrêyên ku li Pirsûsê şehîd bûn, afirîner û sembola serketin û pêşketina dîrokî ne.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî 33 endamên tevgera ciwanên sosyalîst a Tirkiyê daxuyaniyek weşand, ku 20’ê Tîrmeha 2015’an di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûn.
Destpêkê de KCK’ê di 33 kesên ku di êrîşê de şehîd bûn rêzdarî bi bîr anîn.
KCK’ê da zanîn ku di êrişê de endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst a Tirkiyeyê ku dixwestin ji bo jinûve avakirina Kobanê bixebitin û bi vê armancê li Pirsûsê bûn.
KCK: Ew êriş li dijî yekîtiya jiyana hevpar a gelan hate kirin
KCK’ê careke din ew êriş şermezar kir ku li dijî yekîtî û îradeya jiyana hevpar a gelan hate kirin û daxuyanî wiha domand:
” Di parastina Şoreşa Rojava de ku hesreta azadiya dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn e, piştevanî û têkoşîna gelan xwedî cihekî girîng e.
Êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê, ku xeteriya herî mezin a li ser Şoreşa Rojava bû, di encama piştevaniya dîrokî ya gelan de bi têkbirina DAÎŞ’ê ji holê hate rakirin.
Di têkçûna DAÎŞ’ê de ya li Kobanê, ne tenê Kobanê, Şoreşa Rojava ku hesreta azadiya dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn e, hat rizgarkirin.
Ev encama dîrokî, hêz û qîmetê piştevaniya gelan derxist holê.
Hevrêyên ku li Pirsûsê şehîd bûn, mîmar û sembolên vê bûyer û serketina dîrokî ne. ”
KCK: Divê gel têkoşîna xwe mezintir bikin
Di dawiyê de KCK’ê diyar kir ku têkoşîna wan a ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbasî qonaxeke nû bû ye û bang li li gel kir tifaqên xwe yên demokratîk û têkoşîna xwe mezintir bikin.



