Nasnameya endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê ku duh li Qamişloyê di operasyona têkoşîna li dijî madeyên hişbirê de şehîd bibû hat aşkerakirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hatibû gotin, operasyon danê sibehê roja Şemiyê 19’ê Tîrmehê, li gundê Terteb ê dikeve başûrê bajarê Qamişlo ku berê di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de bû pêk hatibû.
Fermandariyê îro bi daxuyaniyekê nasnameya endamê ku operasyonê de şehîd bibû aşkera kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 19’ê Tîrmeha 2025’an Ehmed El Hemdûn dema erka xwe ya welatparêziyê pêk dianî şehîd bû.
Hate diyarkirin ku Ehmed El Hemdûn di pêkanîna erkên xwe de mînaka lehengî, dilsozî û dîsîplînê bû.
Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nav û paşnav: Ehmed El Hemdûn
Navê dayikê: Fewziye El Hemdûn
Navê bav: Mihemed Arif El Hemdûn
Dîroka jidayikbûnê: El Seîda- 1 Çile 2003
Cih û dîroka tevlêbûnê: 12 Sibat 2022
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo-Gundê Terteb- 19 Tîrmeh 2025
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbat û hevreyên şehîd Ehmed re hat xwestin û wiha hat bidawîkirin “Em soza xwe bi gelê xwe re nû dikin ku em li hemberî kesên ku ewlehî û silametiya me tehdîd dikin mertalên parastinê bimînin. Em dê bi dilsozî û berpirsyarî rêya şehîdan bidomînin. “



