Îro Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehemd El-Şeri encama lêkolînên komîteya şopandina rastiyan a komkujiyên li berava Sûriyê wergirt.
Serokatiya Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihnd ku Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şaraa rapora dawî a komîteya şopandina rastiyan li ser bûyerên ku di Adara borî de li beravên Sûriyê qewimîn, wergirt.
Wan îdai kirin ku ev komîte ji bo misogerkirina riyek rast û ewle ji bo Sûriyê bêyî binpêkirin an jî veşartina rastiyan, hate avakirin.
Serokatiya Sûriyê da zanîn ku encamên raporê dê werin lêkolîn kirin da ku gavên ji bo misogerkirina berpirsiyariyê û pêşîgirtina li dubarebûna van binpêkirinan, di çarçoveya pêşvebirina prensîbên rastî, edalet û rûmetê de ji bo qurbaniyan werin avêtin.
Beriya niha jî Ruterss’ê derbarê buyerên li berava Sûriyê di rapoyek teybet de ragihand ku dora hezar û 500 kes di wan bipêkirinan de hatin kuştin.



