Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê di salvegera 10’an de, 33 ciwanên ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasiman hatin bibîranîn.ç
20’ê Tîrmeha 2015’an bi dehan ciwanan xwestin beşdarî avakirina bajarê Kobanê bibin ku di encama êrişên DAIŞ’ê de hilweşiya bû.
Lê li navçeya Pirsûs ya Rihayê di encama êrişa DAIŞ’ê ya li dijî vê koma ciwanan de 33 kes şehîd bûn û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
Di salvegera 10’an ya komkujiyê de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi merasiman qurbanî hatin bibîranîn.
Li bajarên Riha, Şirnex, Antakya, Amed, Dêrsim û Colemergê malbatên qurbaniyan, siyasetmedar, endamên rêxistian û gelek kes beşdarî merasimên bîranînê bûn.
Kesên ku axivîn derbarê êrişê de daxwaza edaletê kirin û diyar kirin ew ê xeyalên şehîdên Pirsûsê bi cih bînin.



