Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 2’emîn salvegera Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, şahiyek hat lidarxistin.
Şahî bi tevlîbûna şeniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêz girtin destpêkir.
Hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz têkildarî mijarê axivî.
Edban Yilmaz di destpêka axafitinên xwer de bal kişand ser biryardariya çalakiyên ji bo Rêber Apo tên meşandin û got:
“Wek xelkê wargehê em di gelek êş û nexweşiyan re derbasbûn.
Ev êş û nexweşî ti car nebûn sedem ku em di xet û fikrên Rêbertî de dudilî jiyan bikin.
Pêwîste em weke gelê Kurd hertim li kêleka Rêberê xwe û tevgera xwe rawestin û têkoşîna xwe bidin meşandin.”
Çalkaî bi temaşekirina sînevîzyona têkildarî çalakiyê bi dawî.



