Xelkê kantona Cizîrê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ehmed El Hemdûn û diyar kir ku heta serkeftinê dê rêça şehîdan bişopîne.
Şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Çilaxa yên kantona Cizîrê û endamên saziyên sivîl sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê) şehîd Ehmed Mihemed Arif El Hemdûn. Konê sersaxiyê li bajarokê Eror El Seîde yê bajarê Girkê Legê hat vedan.
Ehmed El Hemdon di 19ˊê Tîrmehê de dema li ser erka xwe bû li Qamişloyê şehîd bû.
Di merasîma serasxiyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Zelfe Bedro axivî û diyar kir ku fedakariya şehîdan ku ev xaka parast û her şehîdek wesiyetekê dihêle ku rêça berxwedanê heta pêkanîna azadî û îstîqrarê bişopînin.
Li aliyekî din jî li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dewran El Haşimî axivî û got: “Pandemiya hişbirê êdî gefan li ewlehiya civakê û nirxên wê dixwe, mejî, exlaq, mal û milkên wan xerab dike. Sekna li hember vê pandemiyê erkeke olî, exlaqî û qanûnî ye.”
El Haşimî diyar kir ku şehîd Ehmed El Hemdûn ji kesên destpêkê ye ku li hember vê xeteriyê sekinî ye û di oxira parastina civakê ji vê pandemiya xeternak de canê xwe da.
Endamê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarokê Erûr, Ehmed El Hesen diyar kir ku niyeta şehîd Ehmed a wergirtina erkên bilind tune bû, bê dudilî û bi serbilindî parastina vê xakê kir û di oxira wê de şehîd bû.
Endamê Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hikmet El Hebîb jî axivî û destnîşan kir ku fedakariyên şehîd pêşkêş dikin berhema projeya jiyanê ye û got: “Ji vir, ji cihê serbilindî û rûmetê, em silavên xwe ji hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî re, ku parastina civakê li hember hişbirê dikin, dişînin.”
Piştre apê şehîd û Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Demhat El Hemdûn axivî û got: “Îro, dema ku em şehîdê leheng Ehmed El Hemdûn oxir dike, em wateya rasteqîn a Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin ku hemû pêkhate û çand di bin ala rûmetê de aniye gel hev. Vê şoreşê tevahî planên li dijî yekitiya civakên me têk birin.”
Dûre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û diruşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.



