Li gorî agahiyan, artêşa Îsraîlê êrîşî Bendera Hudeydayê li Yemenê kiriye.
Nûçeyên çapemeniya Îsraîlê nîşan dan ku artêşê êrîşî “armancên Hûsiyan” li benderê kiriye.
Rayedarekî ewlehiyê yê Hûsiyan êrîş piştrast kir.
Li gorî malpera Ynet News a Îsraîlê, êrîş ji aliyê Hêza Hewayî ya Îsraîlê ve hatiye kirin.
Nûçeyê nîşan da ku êrîş piştî bêbandorkirina moşekek ku roja Înê ji Yemenê hatibû avêtin ji aliyê artêşa Îsraîlê ve pêk hatiye.
Li gorî nûçeyek din a li ser Ynet, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz jî derbarê êrîşa dawî ya li ser Yemenê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya xwe de Katz got:
“Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) li Bendera Hudeydayê li hedefên rejîma terorîst a Hûsiyan xistin.”
Wezîrê Îsraîlê, îdia kir ku hewldanên ji bo ji nû ve avakirina “binesaziya terorîst” a ku Îsraîlê berê êrîşî wê kiribû, hatine pûçkirin, û got:
“Wekî ku min berê bi zelalî diyar kiriye, Yemen dê wek Tehranê bê muamelekirin.
Hûsî dê ji bo avêtina mûşekan li Dewleta Îsraîlê bedelên giran bidin.
Em ê her dem û li her derê ji bo parastina Dewleta Îsraîlê operasyonan bidomînin.”



