Serokomarê Tirkiyê Erdogan derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de diyar kir ji bo pêkanîna vê armancê ew gavan davêjin.
Derbarê avakirina komîsyonê de jî got, “Di demeke nêzîk de li meclisê hûnê şahidiya pêşketinê bikin.”
Derbarê buyerên li Sûriyê de jî diyar kir ku ew ê piştigiriya Ehmed Şerî bikin û îdia kir dibe ku sekna QSD’ê her gav bê guhertin.”
Erdogan di vegera ji Qibrîsê de, li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û buyerên li Sûriyê de axivî.
Erdogan diyar kir derbarê pêvajoyê de ew li hember provakasyonan baldar tevdigerin û anî ziman çekdanînê destpêkiriye; kesên pêwendîdar dişopînin û hevdîtinan dikin.
Diyar kir xebatên têkildarî komîsyonê jî ber bi dawîbûnê ne û got, “Di demeke nêzîk de hûnê şahidiya pêşketinan bikin. Ji bo em bighîjin armanca xwe em gavan davêjin û pêşketin didome.”
Erdogan ji bo Rêber Apo got: Îmraliyê bi her awayî piştgirî da û dide
Erdogan da zanîn buyerên ku li herêmê diqewimin careke din rastiya vê pêvajoyê piştrastkiriye û bêyî ku navê Rêber Apo bide got, “Niha Îmralî di vê mijarê de bi her awayî piştgirî da û dide û ev yek gelek girîng e.”
Erdogan: Sekna QSD’ê dibe ku her gav û bi her awayî biguhere
Erdogan derbarê buyerên li Sûriyê de jî diyar kir ew ê Ehmed Şerî bi tenê nehêlin û ew naxwazin Sûriye perçe bibe.
Her wiha îdia kir dibe ku sekna QSD’ê her gav û bi her awayî bê guhertin.



