Projeya Piştgiriya Doza Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komaleya Parêzerên Demokrasiya Ewropayê û Mafên Mirovan a Dinyayê, Komaleya Demokrasiyê û Hiqûqa Navneteweyî û Koma Hiqûqê ya Londrayê ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî mafê hêviyê ya ji bo Koma Dozê ya Gûrban nêrînên xwe yên hiqûqî pêşkêş kirin.
Rêxistinên hiqûqî yên navborî di çarçoveya “rêzika 9/2” de ji bo ku mafê hêviyê bi awayekî çalak were bikaranîn nêrîna hiqûqî pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.
Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî di metnê xwe yê nêrînê de mînakên erênî yên li Ewropayê rêz kirin û diyar kirin ku divê dewleta Tirk jî di mewzûata xwe de têkildarî “mafê hêviyê” guhertinan çêke.
Di nava vê koma Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de navê Rêber Apo, Hayatî Kaytan, Civan Boltan û Emîn Gûrban hene.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Dewleta Tirk di Hezîrana 2025’an de Plana Çalakiyê pêşkêşî Komîteya Wezîran kiribû û diyar kiribû ku ew ê têkildarî “Mafê Hêviyê” di mewzûata xwe de ti guhertinan neke.
Komîteya Wezîran biryara “mafê hêviyê” ya ji bo Rêber Apo di 17-18’ê Îlona 2024’an de kiribû rojeva xwe û ji bo ku gavê biavêje salek wext dabû dewleta Tirk. Ev wext di Îlona 2025’an de diqede.
Komîteya Wezîran a Konseya EWropayê wê di meha Îlonê de li ser dosyaya “mafê hêviyê” ya Rêber Apo li hev bicive.



