Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Xarpêtê tên girtin li dijî êşkence û muameleya xirab 7 roj in di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.
Saziyên mafên mirovan di rapora li ser girtîgeha Xarpêtê de amade kirin de diyar kirin ku girtiyên siyasî bi awayekî sîstematîk rastî êşkence, lêdan, gef, taloqkirina berdanê û tecrîdê tên.
Girtiyên siyasî li dijî êşkence û muameleya xirab 7 roj in di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.
Lokman Aslan ê ku 26 sal in girtî ye, di axaftina telefonê ya bi malbata xwe re ragihand ku ji ber êşkence û muameleya xirab wan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Aslan anî ziman ku 16’ê Tîrmeha 2025’an, gardiyan ketine odeya wan a 3 kesî û girtiyek bi zorê bi xwe re birine.
Malbata Aslan diyar kir ku êşkence û zordariyên li hemberî girtiyan bûye rewşeke domdar û gotin ku jiyana Lokman û girtiyên din di bin xeterê de ye.
Malbatê bang li DEM Partiyê û saziyên sivîl kir ku li dijî êşkenceyê demildest têkevin nava liv û tevgerê.



