Endama Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît diyar kir ji bo ku pêvajo baş bimeşe û divê Rêber Apo tavilê azad bibe û pêvajoyê bi rêve bibe û got, “Em dixwazin qada siyaseta demokratîk bê vekirin. Komîsyona ku bê avakirin divê qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê amade bike.”
Hêlîn têkildarî koma gerîla ya ku bi merasimekê çekê xwe şewitand jî got, “Êdî wê careke din merasimên wiha pêk neyên û peyama pêwîst hate dayîn. Ev koma me niha lêhûrbûn dike û xwe ji bo siyaseta demokratîk amade dike.”
Endama Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Medya Haber TV re axivî.
Hêlîn diyar kir ji bo ku pêvajo bi awayekî baş bimeşe divê Rêber Apo tavilê azad bibe û got,
“Ev ne tenê şertek e, ev tiştek ji şertan wêdetir e. Ji derveyî Rêber Apo ti kes nikare biryarên kongreyê bi awayekî rast bixe pratîkê.
Ev rewş ji muzakereyeke hevbeş wêdetir e. Ango ne wekî parçeyek ji muzakereyê an jî wekî parçeyek ji gavên ku ji bo pêşketina vê pêvajoyê bên avêtin.
Ji bo ku ev pêvajo bigihêje wê astê jî, divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin û ew bêyî navbeynkar bi me re têkiliyê deyne.”
Hêlîn Umît diyar kir di rewşa Rêber Apo de guhertinek nîne, tecrîd hinek sist buye lê garantiya wê nîne û statuyeke qanûnî nîne.
Hêlîn Umît: Tirkiye ji bo ku demokratîk bibe divê pirsgirêka Kurd çareser bike
Hêlîn da zanîn sedema sereke ya di her qadê de paşde mayîna Tirkiyê neçareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkneanîna aştiyê ye;
“Eger Tirkiye di van mijaran de gavan neavêje wê demokratîk nebe. Ev pêvajoyeke bide û bistîne nîne. Me winda nekir, em serketî ne. Hêza li pêş me nikaribû me tune bike. Înkar bi dawî buye.
Em dixwazin civaka demokratîk bê avakirin. Em mafê rêxistinkirina vê dixwazin. Em dixwazin qada siyaseta demokratîk bê vekirin.”
Hêlîn Umît: Koma gerîla xwe ji bo siyaseta demokratîk amade dike
Hêlîn Umît derbarê Koma Aştî û Civaka Demokratîk ya gerîla ku 11’ê Tîrmehê bi merasimeke dîrokî çekên xwe şewitandin got,
“Hevalên me li ser dema nû lêhûrbûnê dikin. Çalakiya çek danînê çima pêk hat? Ji bo ku pêşî li siyasete demokratîk bê vekirin çek hatin şewitandin. Ev koma me niha amadekariyên siyaseta demokratîk dikin.
Eger di destûra bingehîn de sereraskirin pêk were çima venegerin Tirkiyê? Em rêbaza têkoşînê û şiklê rêxistiniyê diguherînin.”
Hêlîn Umît: Careke din wê merasimên bi vî awayî pêk neyên
Hêlîn diyar kir êdî wê careke din merasimên mîna ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk pêk neyên û pêdîvî bi xwepêşandanê nîne û got,
“Peyama pêwîst hate dayîn û bîryardarî hate nîşandan. Piştî ku hevala Besê çeka xwe danî êdî kî dikare bêje çek di destê yên li çiyan de heye?
Ev pêvajo wê bi gavên beramberî hev bi pêş bikeve. Me ji diliya xwe nîşan da niha divê aliyê din ji diliya xwe nîşan bide û gavan bavêje.”
Hêlîn Umît: Komîsyon divê qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê amade bike
Têkildarî komîsyona ku tê payîn derbarê pêvajoyê de bê avakirn jî Hêlîn Umît got,
“Avakirina komîsyonê dereng tê xistin. Divê ev komîsyon xwedî erk be. Divê ji bo meclisê pêşnûmeyên qanûnan amade bike û wan bi xurtî niqaş bike. Divê qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê amade bike. Eger ne wiha be gavên ku me avêtin wê badilhewa bin.”



