Dema derketina şandeyeke NY’î piştî wergirtina şêxên girtî ji Siwêdayê, Ewlehiya Giştî ya girêdeya hikumeta veguhêz a Sûriyê êrişî şandeyê kir.
Şandeyeke NY piştî pêşwazîkirina 26 şêxên Durzî yên ku ji aliyê çekdarên Hikûmeta Veguhez ya Sûriyê ve hatibûn girtin, dema ku ji bajarê Siwêdayê derdiket, rastî êrîşeke çekdarî hat.
Li gorî çavkaniyên ji hundirê bajêr, ew ji bo mêvanxaneya Şêx Hekmet El-Hicrî hatine veguhastin.
Çavkaniyan piştrast kirin ku endamên “Ewlehiya Giştî” û çekdarên girêdayî hikûmeta veguhêz êrîş pêk anîne, ku di encamê de zarokek û karmendekî NY birîndar bûne.
Şand ligel hejmarek ji karmendên xwe derbasî Siwêdayê bûbû da ku pêvajoya radestkirinê hêsan bike, û dema ji bajêr derdiketin ji aliyê çekdaran ve rastî êrîşê hatin.



