Li bajarê Qumê yê Îranê di avahiyekê de teqîn çêbû, tê gotin 7 kes birîndar bûne.
Rêveberê Parastina Sivîlan a Qumê Elî Zendî ragihand ku di avahiyek ya li Kolana Bestiyê ya bajarê Qumê yê Îranê teqînek çêbûye.
Li gorî zendî di encama teqînê de 7 kes birîndar bûne û kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Zendî ragihand ku piştî bûyerê hêzên ewlekariyê gihiştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirine.
Rayedarên Îranê heya niha derbarê sedema teqînê de ti agahiyek parve nekirine.



