Sibe salvegera 102’emîn a peymana Lozanê ye.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) di vê çarçoveyêde ji bo meşa 26’ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir ku wê di salvegera 102’emîn a Peymana Lozanê de bê lidarxistin.
KCDK-Ewropayê di vê derbarê de daxuyaniyek da û wiha got:
Peymana Lozanê ya navbera Îngilistan, Fransa û Tirkiyê hate mohrkirin, kêliyeke dîrokî ye ku pêşî li qirkirina Kurdan vekiriye, ew fermî kiriye.
Ev yek destwerdaneke navneteweyî bû ku gelê Kurd û cografya Rojhilata Navîn xist nava pêvajoyeke giran a şer.
KCDK-Ewropayê da zanîn ku bi Lozanê re gelê kurd ne tenê ji aliyê cografîk ve, her wiha bi êrîşa li ser yekîtiya neteweyî îradeya wê ya siyasî hate desteserkirin, bingeha wê ya civakî hate parçekirin û polîtîkayeke giran a înkar û îmhayê hate destpêkirin û wiha dewam kir:
Em îro, di salvegera 102’emîn a Lozanê de careke din îlan dikin: Em vê statukoya ku li gelê me hatiye ferzkirin red dikin!
Êdî berxwedana azadiyê ya gelê Kurd gihîştiye wê astê ku di sala 102’emîn a Lozanê de vê peymanê têk bibe.
Weke KCDK-E em bang li gelê xwe dikin ku di sala 102’emîn a Peymana Lozanê di 26’ê Tîrmehê de em bi ruhê yekîtiya neteweyî ji bo meşa li Lozanê seferber bibin û beşdar bibin.
26 TÎRMEH 2025
ŞEMÎ SAET: 13:00
NAVNÎŞAN: TERRASE JEAN-MONNET LOZAN SWÎSRE



