DEM Partiyê diyar kir pêşketinên ku di nava salekê de qewimîn derfetên çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd afirandiye û bang li desthilata Tirkiyê kir ku pêvajoyê dereng nexîne û gavên berbiçav bavêje.
DEM Partiyê encamnameya civîna Meclisa Partiyê ku 22’ê Tîrmehê pêk anîn eşkere kir.
DEM Partiyê diyar kir pirsgirêka Kurd ya ku sed sale nehatiye çareserkirin, û pêşketinên ku di nava salekê de qewimîn derfetên çareseriyeke demokratîk û aştiyane afirandiye.
Di encamnameyê de bal tê kişandin li ser peyama Rêber Apo ya 9’ê Tîrmehê ku qala siyaseta demokratîk û hiqûqa yekbuyî dike û wiha tê gotin,
DEM Partî: Divê li meclisê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
“Birêz Ocalan ji bo çareserî bighêje çarçoveyeke destûrî dixwaze li meclisê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin. Bi avakirina qanûnên entegrasyona demokratîk û qanûnên azadiyê li ser bingeha wekheviya hemû gelan armanc dike ku peymaneke nû ya civakî ava bike.”
DEM Partî: Komîsyona ku bê avakirin divê xwedî roleke dîrokî be
Her wiha tê diyarkirin komîsyona ku bê avakirin wê xwedî rol û girîngiyeke dîrokî be û tê gotin,
DEM Partî: Ji bo civak beşdarî pêvajoyê bibe divê desthilat gav bavêje
“Ji bo ku hemû civak bi xurtî beşdarî pêvajoyê bibe divê desthilat gavên berbiçav bavêje. Divê pêvajo bi demê re neyê hiştin, gavên demokratîk yên pêwar bên avêtin. Divê em bi hevre têbikoşin û aştiya civakî pêk bînin.”



