Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Fransayê diyar kir ku hevdîtina wan a bi berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re hatiye paşxistin.
Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Fransayê Kerîm Qemer ji ajansa me re diyar kir ku hevdîtina ku diviyabû di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de bihata lidarxistin, hatiye paşxistin. Qemer sedemên paşxistinê aşkera nekirin.
Têkildarî hevdîtina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi rayedarên Fransayê re jî Qemer îşaret pê kir ku hîna şande negihaştiye Fransayê.
Duh, Ronahî TV’yê ragihandibû ku fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî dê tevî şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe bide Parîsê da ku bi berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re hevdîtinê bike. Ev hevdîtin bi navbeynkariya Fransayê bi rê ve diçe. Li kêleka wê jî di hevdîtinê de dê nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê Thomas Barrack jî amade bûya.



