Amerîka firotina çekan a bi nirxê 322 milyon dolarî ji bo Ukranayê pejirand.
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê firotina çekan bo Ukraynayê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo baştirkirina şiyanên parastina hewayî ya Ukraynayê û dabînkirina alavên şer ên zirxî, firotina çekan a bi nirxê 322 milyon dolarî bo hikûmeta Kîevê hatiye pejirandin.
Li gorî agahdariya ku ji Kongreyê re hatiye şandin, ji bo kirîn, parastin, tamîrkirin û modernîzekirina wesayîtên zirxî yên li Amerîkayê hatine çêkirin.
Her wiha budçeyek 150 milyon dolarî hatiye veqetandin û ji bo pergalên mûşekên erd-hewa jî 172 milyon dolar hatiye veqetandin.
Di 14’ê Tîrmehê de, di civîneke çapemeniyê de li Qesra Spî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew û Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte li ser şandina çekan bo Ukraynayê li hev kirine.
Trump ragihand ku welatê wî dê van çekan hilberîne û lêçûnên hevalbendên NATO’yê bide.
Rutte, di berdêla xwe de, got, “Biryara Amerîkayê ya dabînkirina çekan bo Ukraynayê pir girîng e. Ez ê bi dewletên Ewropî re bicivim, û em ê konteynerên alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê amade bikin.”



