Şandeyên Rûsya û Ukraynayê, ku cara sêyemîn li Stenbolê civiyan, nekarîn li ser agirbestê li hev bikin, lê li ser guhertina hezar û 200 girtiyên şer li hev kirin.
Ukrayna pêşniyar kir ku Serokê Ukraynayê Zelenskî û Serokê Rûsyayê Putin heta dawiya Tebaxê bicivin.
Şandeyên Rûsya û Ukraynayê di sêyemîn civîna xwe ya de li Stenbolê li ser guhertina hezar û 200 girtiyên şer li hev kirin.
Lêbelê, alî hîn li ser agirbestê li hev nekirine.
Piştî hevdîtinên roja Çarşemê, Vladimir Medinsky, şêwirmendê payebilind û danûstandinkarê sereke yê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, li ser berdana hezar û 200 girtiyên şer li hev kir.
Medinsky diyar kir ku guhertin wê “di demek nêzîk de” pêk were.
Ji bo rawestandina şer pêşniyara agirbesta demkî hat kirin
Medinskiy da zanîn ku Rûsya plan dike ku cenazeyên nêzîkî 3 hezar leşkerên ku di şer de hatine kuştin vegerîne aliyê Ukraynayê.
Wî rave kir ku wan pêşniyara agirbestek sînorkirî li eniyên şer ji bo 24 heta 48 demjimêran kiriye.
Medinskiy destnîşan kir ku armanc ew e ku tîmên bijîşkî û personelên leşkerî di vê pêvajoyê de bikaribin leşkerên birîndar û yên kuştî berhev bikin.
Lêbelê, Medinskiy teqez kir ku helwestên aliyan li ser rêça giştî ya şer hîn jî “pir dûrî hev in” û piştî civîna nêzîkî 40 deqe got:
“Me biryar da ku em pêwendiyê bidomînin”.
Ukrayna careke din pêşniyara civîna lîderan kir
Li aliyê din şandeya Ukraynayê, Rustam Umerov, piştî civînê got:
“Me di warê mirovî de hin pêşketin bi dest xistine. Lêbelê, hîn jî di rawestandina şer de pêşketinek tune ye.”
Umerov got di sêyemîn civîna rasterast a li Stenbolê de, wan pêşniyar kir ku Serokê Ukraynayê Zelenskî û Serokê Rûsyayê Putin heta dawiya Tebaxê bicivin.
Hikûmeta Kîevê gelek caran daxwaza civînek rasterast di navbera Zelenskî û Putin de kiriye.
Lêbelê, Kremlin heta niha bersiva van bangan nedaye.
Di daxuyaniyekê de Putin diyar kir ku ew ji bo civînek wiha de vekirî ye, lê civîn tenê dikare “di qonaxa dawîn a danûstandinan de” pêk were.
Her wiha berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov, beriya civînê di daxuyaniyekê de diyar kir ku helwestên aliyan “bi tevahî dijberî hev” in.
Peskov di nirxandina hevdîtinan de diyar kir armanca wan a sereke ew e ku li ser dîplomasiya têgihîştinê ya ku di meha Hezîranê de bi hev re hatine pêşkêş kirin hatiye amadekirin, biaxivin.



