Desteya Jinan a kantona Reqayê ji bo derçûna 34 hindekarên tev li bernameya pîşeyî bûne, merasîmek li dar xist. Hindekaran gotin ew amade ne projeyên biçûk û kar dest pê bikin.
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê dewreya 3`yemîn a perwerdeya pîşeyî bi tevlêbûna 34 hindekaran li navenda Perwerdeya Pîşeyî ya Jinan a li nêzî dibistana şehîd Beşîr Feysel El Hiwêdî bi dawî kir. Endamên desteyê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser tev li merasîma derçûnê bûn.
Di dewreya ku 3 meh dirêj kiriye de: 13 jin li ser zimanê inglîzî, 9 jin li ser drûtinê û 12 jin li ser çêkirina şêraniyan, perwerde bûn.
Endama rêvebera Nivîsgeha Paratina Zarokan Suheyle El Hesen axivî, jinên tev li perwerdeyê bûne pîroz kir û hêvî kir ku di qada perwerde li ser dîtine de bi pêş kevin.
Seroka Desteya Jinan a kantona Reqayê Emel El Casim jî diyar kir ku ev navend, ji bo xurtkirina jinan di aliyê civakî û aborî de, qadeke girîng e ku derfetê dide wan ku şiyanên nû fêr bibin û karînên xwe ava bikin.
Emel El Casim wiha domand: “Her yek ji we êdî dikare pişta xwe bide xwe. Zehmetiyan derbas bike. Jina bi hêz bingeha avakirina civakan e. Sûriye bi hewcedariya jinan e ku dikarin aştiyê û welêt ji nû ve ava bikin.”
Di dawiyê de bawernameyên derçûnê li jinan hate belavkirin. Jinan jî, kêfxweşiya xwe bi vê tecrubeyê anîn ziman ku karîn şiyanên xwe pêş bixin, projeyên biçûk û karên nû dest pê bikin.



