Reutersê raporeke berfireh di warê aborî û proseya jinûveavakirina Sûriyê de belav kir.
Di wê raporê de eşkere dike ku birayê Ehmed El-Şeri, Hazim El-Şeri bi rengekî ne fermî aborî xistiye destê xwe.
Her wekî dibîne ku ev dubarekirina senaryoya berê ye û aborî di destê malbatekê de dimîne.
Reuters eşkere dike ku vê gavê kesên veşartî û nepen bi Hazim El-Şeri re dixebitin, lê qet ne girêdayî hikûmetê ne.
Wekî berê, dîsa aboriya Sûriyê di bin serdestiya malbatekê de ye..
Proseya jinûveavakirina Sûriyê dubarekirina sîsteme aborî ye berê, lê bi kirasekî nû ye.
Ev naveroka rapora Reutersê ye ku derheqê Hikûmeta Veguhêz a li Sûriyê belav kiriye.
Birayê Ehmed El-Şeri, Hazim El-Şeri serkêşiya vê proesyê dike û ev jî nîşan dide ku careke din yek malbat aboriya Sûriyê dixin zefta xwe.
Li gor raporê, ev gav bi hevkariya karsazê Libnanî – Istiralî Ebû Meryem Ibrahîm Sukeriyê tê birêvebirin.
Lê hêjayî bibîrxistinê ye ku Ebû Meryem bi tawana pêwendiya bi rêxistinên terorîst de, cezakirî ye.
Agahiya balkêş ew e ku komîteya berpirsiyar bi rengekî fermî ne girêdayî hikûmetê ye, lê bi qasî dewletê ye û hevrikiyê pê re dike.
Bi rengekî veşartî peymanan li gel karsazên girêdayî Rejîma El-Esed îmze dike û ew jî bi miloyên dolaran pereyan didin.
Armanc ji vê yekê, para herî mezin bidin dewletê yan şirketên girêdayî wê.
Komîteya berpirs, dest daniye ser sektorên herî girîng di nava Sûriyê de.
Wekî Siryatel û Fly Şam a balafirvaniyê.
Sindoqa serweriya Sûriyê di destê Hazim El-Şeri de ye, lê belê ne çavdêrî û ne jî çavkaniya pereyan tê zanîn.
Reuters a ku xwe dispêre hevpeyvîna 100 karszan û gelek belgeyan, van agahiyên berfireh belav dike.
4 dîplomatên welatên rojavayî dibêje ku bikaranîna kesên veşartî di aboriyê de dê vebirhênana biyanî û baweriya wan bi Sûriyê nemîne.
Lewra, tê dîtin ku wekî çawa berî niha gelê Sûriyê û welatên derdorê nedizanîn sîstema aboriyê û xezîneya dewleta Sûriyê çawa ye, heman senaryo dubare dibe.
Lê vê carê kesayetên cezakirî û têkliyên bi rêxistinên terorsît re hene, dest datînin ser van proseyan.
Di wextekê de ku Sûriyê hîna welatekî wêranbûyî ye û pêdivî bi jinûveavakirineke bi lez heye.



