Eşîrên Ereb û Kurd ên li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ragihand ku li hember hewlên derxistina fitneyan û xîtabên nefretê yên ku gefan li mozaîka welat dixwîne ew bi QSDˊê re ne û got “Yekane garantorê yekitiya gelê Sûriyeyê QSDˊê ye.”
Eşîrên Ereb û Kurd n li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş Meclisa Bajarê Çilaxa daxuyaniyek hevbeş da. Di daxuyaniyê de hejmarek ji rûspiyên eşîrên weke El Bo Şaban, Zubeyd, Cewala, Şerabîn, Seyda û Elîka amade bûn.
Rûspiyê eşîra El Bo Şaban şêx Mihemed Îbrahîm Mehmûd daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xelkê eşîrên bajarê Çilaxa û bajarokên wê li ser bingeha berpirsiyarên xwe yên niştîmanî, civakî û baweriya pêwîstiya bi parastina yekitiya Sûriyeyê, ew bi fikar rûdanên vê dawiyê li Sûriyeyê dibin dişopînin. Berdewama parçebûna siyasî, hilweşîna debara jiyanê û nebûna çareseriyên bingehîn zehmetiyên gelê Sûriyeyê zêde dikin û gefan li mozaîka civakî dixwin.
Eşîran di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo misogeriya parastina Sûriyeyê ji siyasetên cudakirin û înkarkirinê divê tevahî pêkhateyên herêmê yekgirtî bin û li kêlek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser li dijî xîtabên nefretê bisekinin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku QSDˊê garantorê yekane ya yekitiya gelê Sûriyeyê ye û ev tişt hate gotin: “Em pêkhateyên herêmê ji Ereb, Kurd, Suryan, Ermen û Tirkmen Sûriyeyek demokratîk dixwazin. Em careke din dibêjin ku em ê li dijî tevahî siyasetên înkar û cudakirinê li kêlek QSDˊê parastina yekitî û mozaîka xwe ya civakî biparêzin.”
Di dawiyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweser û QSDˊê rêya xelasî û pêkanîna ewlehî û îstîqrarê ye.



