Desteya Tenduristiyê û Meclisa Gelan a kantona Tebqayê di civînekê de mecliseke tenduristiyê ava kir, 2 hevserok û 12 endam ji bo hevserokatiyê hilbijart.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê di çarçoveya bicihanîna navaroka hevpeymana civakî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo birêxistinkirina meclis û saziyan li gorî rêgezên Rêveberiya Xweser de, li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a bajarê Tebqayê bi armanca avakirina Meclisa Tenduristiyê ya kantonê, civînek li dar xist.
Endamên Desteya Tenduristiyê û saziyên wê, nûnerên Yekitiya Bijîşkan, Yekitiya Dermanfiroşan, Yekitiya Pîşeyî Tibî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber, Endamên Meclisa Qanûnsaz, rêxistinên Civaka Demokratîk tev li civînê bûn.
Hevserokê Meclisa Rêveber Hamid El Ferec bi berfirehî geşedanên siyasî li herêmê şîrove kir.
Dûre raporên rêxistinî hatin xwendin. Piştî wê, Meclisa Tenduristiyê ya kantona Tebqayê hate avakirin. Xalid Kalo û Îman Ebdullatîf, bi hilbijartinê bûn hevserokên meclisê û li pêşiya beşdaran sond xwarin.
Dû wê, ji bo komîteyên meclisê 15 endam hatin hilbijartin û dê di sazûmaniya Meclisa Tenduristiyê ya kantona Tebqayê de dest bi erkê xwe bikin.



