Civîna ku dê îro di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyê de, li paytexta Fransa Parîsê bihata lidarxistin, taloq bû.
Li gorî agahiyan, beriya ku şandeya Rêveberiya Xweser bigihêje Fransayê, civîn hatibû başxistin.
Nûnerê Fransayê yê Rêveberiya Xweser Kerîm Qemer, anî ziman ku civîna ku îro hatibû plankirin, hatiye taloqkirin.
Lê sedemên paşxistinê jî ne hat eşkere kirin.
Duh, televziyona me ragihandibû ku fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî dê tevî şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe bide Parîsê da ku bi berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyê re hevdîtinê bike.
Ev hevdîtin bi navbeynkariya Fransayê bi rê ve diçe.
Li kêleka wê jî di hevdîtinê de dê nûnerê DYA’yê yê Sûriyê Thomas Barrack jî amade bûya.



