Dîplomasekî payebilind ji AFP re ragihand ku tê payîn roja pêncşemê wezîrê derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer li Parîsê li hev bicivin.
AFP diyar kir ku dîplomasiyê payebilind îşaret bi nûnerê Amerîka yê li Sûriyê kir û got
“Îro li Parîsê, bi navbeynkariya Tom Barak, civîneke ewlehiyê ya Sûrî-Îsraîlî dê were lidarxistin.”
Her wiha got ku El-Şeybanî û Dermer, wezîrên du welatên ku ji hêla teknîkî ve di şer de ne, dê li hev bicivin.



