Di çarçoveya xebatên ji nû ve sererastkirina komînan de kongreya 2`yemîn a kongreyên pênasekirina neteweya demokratîk li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Hevserokatiya PYD`ê, endamên Meclisa Giştî, 120 endamên saziyên civaka sivîl tev li kongreyê bûn.
Di kongreyê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê modelya neteweya demokratîk, demokratîkbûna herêmê, modela rêveberiya xweser, rola jinên azad di şoreşa civakî de, sosyalîzmkirina civaka demokratîk, birêxistinkirina jiyana azad bi pêşengiya kadroyên netewa demokratîk, her wiha belgeyên ku têgehên; netewa demokratîk, komîn, sosyalîzim, azadiya jin, jîngehê pênase dikin, hatin xwendin.
Piştî wê, kongre li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir.
Di dawiyê de ev encamname hate aşkerakirin: “çalakkirina komînan, xwendina perspekîtfên Rêber Abdullah Ocalan bi taybet Menîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, avakirina civakê li ser esasa wê pirtûkê.
Bicihanîna nirxan, birêxistina civakê û birêvebirina saziyan li gorî pergala komînal erkên kadroya netewa demokratîk in, lidarxistina kongreyên taybet ên komînan, belavkirina çanda rexne û xwerexnekirinê ji bo ku civakê li gorî fikrê demokratîk ê azad biguherin û pêş bixin.”
Bi armanca xurtkirina hişmendiya netewa demokratîk, civaka komînal û rêbazên pratîkkirina wan, PYD`ê beriya çend hefteyan biryar da ku rêzekongreyan li dar dixe.
Li gorî vê biryarê, ji bo lidarxistina kongreya, bernameyek hate danîn. Li gorî wê bernameyê, kongreya yekemîn li Qamişloyê 17`ê Tîrmehê dest pê kir.



