Li bajarê Qamişlo li dijî bê dengiya navnetweyî li hember komkujiyên li Siwêdayê û piştgiriya bi qurbaniyên êrişan re, mitîngek hat lidarxistin, kesên beşdar bang li rêxistinên mafê mirovan û aliyên têkilar hat kirin ku destwerdanê li ser rewşa xirab ya Siwêdayê bikin.
Çalakavanên siyasî, endamên rêxistinên jina û mafê mirovan beşdarî mitîngê bûn.
Mitîngê bi durişmeyên “Em dengê qurbaniyan in” û “Xwîna Sûrî li Sûrî qedexe ye” hate lidarxistin.
Li wir helbestvanê Siwêdayê Diaa El Ebdullah diyar kir ku rojane sûc li Siwêdayê tê kirin, heta niha hejmara kesên hatine kuştin û jinên hatine revandin, nayê zanîn.
Diaa El Ebdullah got:
“Em bê dengiya navnetweyî şermezar dikin.
Bê dengiya li hemberî hovîtiyê tê wateya hevkariya bi sûcan re.”
Di dawiyê de beşdaran banga bidawîkirina tundiyê kirin û giringî dan pêşxistina diyalogê û aştiya sivîl kirin.



