Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), jinek Êzdî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, radestî rayedarên pêwendîdar ên li Şengalê kirin û rê li ber xwegihandina wê ya bi malbata re vekirin.
YPJ’ê ragihand ku jina Êzîdî ya bi navê Reham Hecî Hemê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin, teslîmî Yekîneyên Berxwedana Şengalê “YBŞ” û Yekîneyên Jinên Şengalê “YJŞ” kir.
Amedekariyên Reham Hecî Hemê ya ji bo vegera li gel malbata xwe ya li navçeya Şengalê hatin temamkirin.
Reham Hecî Hemê, Tebaxa 2014’an di dema dagirkeriya DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de ji bajarokê Xanesorê hatibû revandin.
Zêdetirê 11 salan dîlgirtî ma û di vê pêvojoyê de bi kiryarên der mirovî yên DAIŞ’ê re rû bi rû mabû.
Rizgarkirina Reham, beşeke operasyona mirovî ya ji aliyê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û YPJ’ê ve ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên hatine revandin, tê meşandin.
Heta îro ji 6 hezar 417 jinên Êzidî yên hatine revandin, nêzîkî 3 hezar û 660 jin hatine rizgarkirin.
Tê payîn ku Reham Hecî Hemê, îro bigihîje Şengalê.



