Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê di salvegera peymana Lozanê de, ji bo nirxandina bandor û encamên wê li ser Rojhilata Navîn, bi sernavê “Piştî lihevkirina Sykes-Picot” panelek li dar xist.
Panel li bajarê Amûdê hate lidarxistin ku tê de gelek çalakvan û endamên saziyên civaka sivîl de hazir bûn.
Hevserokê Nivîsgeha Têkilyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî panel bi rêve bir û diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibe, lewma bang kir ku hin gav bên avêtin.
Hesen Mihemed Elî: Divê Kurd bibin yek da ku destkeftiyên gel biparêzin
Mihemed Elî got divê partiyên kurd bibin yek ji bo ku destkeftiyên vî gelî biparêzin û destnîşan kir ku gelê Kurd dixwaze xwedî hebûn û cihê xwe di Sûriyeyê de bigire.
Kesên tev li panelê bûne, nêrînên xwe parve kirin û gotin ti kes nikare vîna gelê Kurd û pêkhateyên hevgirtî yên li herêmê têk bibe.
Di heman demê de anîn ziman ku projeya banga aştiyê û avakirina civaka demokratîk, kilîta çareseriyên aloziyên li Rojhilata Navîn e.


