Çavkaniyên Meyîdanî ji telvîziyona me Ronahî TV re raghand ku 11 endamên Wezareta Parastinê ya girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji aliyê QSD’ê ve serbest hatin berdan.
Ev 11 endam, duh rêya xwe şaş kirin û li Dêr Hafirê derbasî rêbendekî QSD’ê bûn û hatin girtin.
Çavkaniyan diyar kirin ku piştî girêdana pêwendiyan di navbera QSD’ê û Wezareta Parastinê de, ev 11 endam radestî hikûmetê hatin kirin.



