Li bajarê Hemayê piştî xutbeya nimêja înê di hundirê mezgeftekê de şer derket.
Imamê mizgeftê li dijî mezhebperestiyê xutbe dida, lê komên tundrew qebûl nekirin û di navbera koman de şer derket.
Piştî xutbeya li dijî mezhebperestiyê hinek kesan li mizgeftê nifir û xeber ji imamê mizgeftê re dan, di encamê di navbera komên tundrew de şer derket.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hikumeta Veguhêz a Sûrî wekî polîtîkayeke esasî şerê mezhebî û etnîkî geş dike û ji bo vê yekê jî di serî de mizgeft her rê û rêbazî diceribîne.



